Welatiyên ereb, tirkmen û kurd ên Kerkukê di nimeja terewîhê ya ewil de di heman safan de nimêj kir. Welatiyên ku çûn Mizgefta Nûra Mezin û Mizgefta Salayî di nav aramiyê de nimêjên xwe kirin. Zarok û jin jî çûn mizgeftan.
Melayê Mizgefta Nûra Mezin Şêx Ehmed Mihemed piştî nimêja terawîhê dia kir û ku Iraq bigihîje aştî û aramiyê.
Mihemed ji nûçegihanê AAyê re got ku êrîşên mizgeftan tevgereke misilmantiyê nîne. Mihemed daxuyand ku li hember êrîşan kerkûkî tên mizgeftan û ew dia dikin ku li Iraqê rewşeke aram pêk bê.
Ji ber ku hêzên leşkerî yên Iraqê ji Kerkukê vekişiyan ji 12ê hezîranê vir ve kerkûk di destê pêşmergeyan de ye. Piştî kontrola pêşmergeyan her çiqas êrîşên bibombe û çek kêm bibin jî, gefxwarinên milîtanên DÎŞIyê yên li gundên der û dorê dewam dikin.