Cüneyt Karadağ,Erbil Başay
16 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht nameya xwe ya îstifayê pêşkêşî Serokwezîr Olaf Scholz kir.
Christine Lambrechtê li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Almanyayê daxuyanî da û diyar kir, wê biryar da ku ji wezîfeya xwe îstifa bike û ev biryar pêşkêşî Serokwezîr Scholz kir.
Lambrechtê wiha got:
"Çend meh in medya li ser şexsê min sekiniye û destûrê nade ku li ser biryarên polîtîkaya ewlehiyê ku ji bo berjewendiyên esker, hêzên çekdar û welatiyên Alman hatin dayîn, nûçeyên objektîf werin çêkirin û nîqaşkirin. Divê xebatên bi qîmet ên eskeran derkevin pêş. Ez ji ber vê yekê ji wezîfeya xwe îstifa dikim."
Tê payîn ku Lambrecht di nava çend rojan da li ser mijarê daxuyaniyê bide.
Ji ber ku di maweya ser wezîfeyê da gelek caran gaf kirin, di raya giştî da hat rexnekirin.
Lambrecht di berfanbara 2021ê da bû Wezîra Parastinê û di roportajeke xwe ya ewil da gotibû ku ew rutbeyên artêşê nizane û beriya ku Şerê Rûsya-Ukraynayê dest pê bike di rêbendana 2022yan da gotibû ku ew ji Ukraynayê ra 5 hezar mîxfer bişîne. Ev gotina wê rastî bertekan hatibû.
Ji aliyekî din va jî kurê xwe bi firokeya artêşê biribû ziyareta eskeran û di firokeyê da wêneya kurê xwe kişandibû.
Herî dawî ji ber ku şeva serê salê di nava dengên fîşengên hewayî da peyama sersalê parve kiribû jî hatibû rexnekirin û partiyên mixalefetê daxwaza îstifaya wê kiribûn.