03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
TEL EVÎV
Li paytectê Îsraîlê Tel Evîvê bi sedan kes kombûn û daxwaz kirin ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahûyê ku bi gendeliyê tê tawanbarkirin îstifa bike
Li gor rojnameya Yediot Ahronota Îsraîlê xwepêşandêrên ku li qada Rabînê kombûn dovîzên ku daxwaza îstifa Netanyahû dikin bilind kirin.
Herwiha di xebera Radyoya Dewleta Îsraîlê de hat ragihandin ku dibe Dozgerê Dewletê Avichai Mendelblit der barê îddiayên gendeliyê wek "skandala binbehrê" tê zanîn de lêpirsînê bide destpêkirin.
Polêsê Îsraîlê ji ber Îddiayên ku "ji karsazan diyarî wergirtine û bi patronekî medyayê ji bo piştgiriya xwe bazarî kiriye" Netanyahû xistibûn ber lêpirsînê. Lêpirsîn 4 seetan dewam kiribû.
Netanyahû di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya der heqê wî de di heftiya pêşî ya vê salê de du caran îfade dabû polês.