24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Wezîrê Parastinê yê DYAyê yê nû James Mattîs li ser telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Wezîrê Parastinê yê Ingiltereyê Mîchael Fallon û Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjît Sajjan re axivî.
Li gor daxuyaniya ku Wezareta Parastinê (Pentagon) ya DYAyê da Stoltemnberg li ser telefona Mattîs wiha bersiv da: "NATO ji bo DYAyê gelekî girîng e û ez bawer im ku Washington wê îttifaqa xwe ya bi me re biparêze."
Di daxuyaniyê de li ser axaftina Mattîn-Sajjan de behsa hevkariya di navbera DYA û Kanadayê ya NORAD û NATOyê wê her dem berdewam bike.