ERBÎL
Serokê Giştî yê Partiya Civaka Îslamî ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Elî Bapîr wiha got: "Polêsê ku dema ku dixebitî wêneyên miriyan dikişand û nîşan da ku Beşar Esed bi awayekî sîstematîk êşkence kiriye û bi zilmê mirov kuştine."
Bapîr der barê wêneyên sûcên şer de daxuyanî da AAyê û diyar kir ku, rejima Baasê bi salan e di rojhilata navîn de komkujiyan dike. Bapîr got ku rejima Baasê li Herêma Kurdistana Iraqê bi taybetî jî Helebçeyê komkujî kir û xwedî dîrokeke qirêj e.
Bapîr wiha axivî:
"Ev rejim bi zordariyê û zilmê li ser piyan disekine. Xebatkarên ku ji bo rejimê dixebitin jî zilm û îşkence kiriye û ew kuştiye."