Di çarçoveya operasyona li dijî rêxistina paralel a ku li 9 bajaran hat lidarxistin de 18 polêsên hatibûn binçavkirin sewqî mehkemeyê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê di çarçoveya jêpirsîna ji ber îdiayên guhdarkirinên derqanûnî ya ku ji hêla rêxistina paralel ve hat kirin Wan wek navend li Gazîantep, Kayserî, Ordu, Ankara, Mersîn,Edene, Aydin û Manîsayê operasyona hevdem da destpêkirin.
Di operasyona hevdem de amirên ewlehî û midûrên şaxê yên ku der heqê wan de biryara qefaltinê hebû 10 ji wan li Wanê û 9 ji li bajarên din bi tevahî 19 kes hatin binçavkirin.
Polêsên ku li Manîsayê hatin binçavkirin ji ber siheta xwe îfadeya xwe li cihê ku wezîfe lê dikin dan û gumanbarên mayî jî anîn Wanê. 18 gumanbarên ku muameleyên wan li Miduriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya Miduriyeta Ewlehiya Bajêr bi dawî bû ew şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê û ji wê derê jî sewqî mehkemeyê kirin.
Li gor agahiyên ku hat hildan dozgerê komarê dest bi girtina îfadeya gumanbaran kir.