ÎSTANBÛL
Mûdirê ewlehiyê yê berê Zavar û polêsê berê Usta yên ku îadeyê Tirkiyeyê kirin ji ber ku bi dizî Serokwezîrê berê Recep Tayyîp Erdogan bi dizî guhdar kirin sewqî dadgehê kirin.
Du endamên ewlehiyê yên ji ber ku di serdema serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de cîhazê guhdarîkirinê danîn ofîsa wî ya xebatê, li Romanyayê hatibûn girtin û ji Tirkiyeyê re hatibûn îadekirin. Piştî miemeleya wan a li Mûdiriyeta Ewlehiya Stenbolê herdu endamên ewlehiyê sewqî Dadxaneya Bakirkoyê kirin.
Mûdirê berê yê ewlehiyê Sedat Zavar û polêsê berê Îlker Usta yên ku li Mûdiriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Mûdiriyeta Ewlehiya Stenbolê de hatibûn binçavkirin miemeleyên wan ên li wir qediyan û ew sewqî Dadxaneya Bakirkoyê kirin.
- Bihok (cîhaza guhdarîkirinê) danîn ofîsa Erdogan
Ji ber ku di serdema serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de cîhazê guhdarîkirinê danîn ofîsa wî ya xebatê ji bo Usta û Zavar di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" de biryara girtinê hat derxistin. Piştî vê biryarê Zavar û Usta derketin derveyê welat, lê bi piştgiriya operasyona Mûdiriyeta Giştî ya Ewlekariyê ve jî herdu polês li Romanyayê hatibûn desteserkirin. Dadgehên herêmî yên Romanyayê daxwaza penaberiyê ya herdu polêsan pesend nekiribû. Dadgeha Romanyayê hikûm da ku şikber di 20ê adarê de teslîmê Tirkiyeyê werin kirin.
Zavar û Usta duh bişev bi firokeya Rêhewaya Tirkan ve ji Bukreşê anîn Stenbolê û li dû kontrola bijîşkan biribûn avahiya ewlekariyê.