LONDRA
Li Misrê di êrîşa ku hêzên ewlekariyê li ser xwepêşandêran de wênegirê kanala Îngilîz a SKYê Mick Deane hat kuştin.
Mick Deanê ku 61 salî û 15 sal in ku ji bo kanala Skyê dixebitî ji ber ku bûyerên li Qahîreyê bişopîne li bajêr bû. Dean, îro serê sibê hat kuştin. Midûrê Kanala Nûçeyan a Skyê John Ryley diyar kir ku Mick Deane rojnamevan û kameramanekî pir baş bû.
Serokwezîrê îngîltereyê Davîd Cameron jî, ji Twîtterê wiha nivîsî: "Ez bi kuştina Mick Deane, yê ku ji bo tundiyên li Misrê bişopîne dixebitî xemgîn im."
Mick Deane, li şaxên Washîngton û Qudûsê yên ku kanala Skyê xebitî bû.