QAHÎRE
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyan hatine girtin, li Misrê derbenexwazan bi şev li bajarên cuda cuda xwepêşandanên dijî derbê li dar xistin. Di encama mudaxeleyan de gelek kes mirin û gelek jî birîndar bûn.
Li bajarê el-Qardaqayê di encama mudaxeleyê de kesek mir, 14 kes jî birîndar bûn. Li Suweyşê 11 kes mirin û nêzîkî 260 kesî jî birîndar bûn.
Li bajarê Sohacê jî hêzên ewlehiyê ji bo xwepêşandêrên derbenexwaz belav bikin mudaxele kirin, di encamê de 4 jê ji hêzên ewlehiyê bi tevahî 11 kesan can da û 225 kes jî birîndar bûn.