15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê Îranê li hember plana "aştiya neteweyî" ya Mihemed Xatemiyê serokomarê Îranê yê berê derket.
Mihemed Xatemî bi plana "aştiya neteweyî" dixwaze Mîr Huseyîn Musewî û Mehdî Kerrubiyê mixalif yên ji sala 2011an vir va di malê da hepiskirî ne bên berdan.
Li gor nûçeya di malpera Xameney da derket, Xameney li avahiya xwe ya li paytext Tehranê xitabî komeke ji eyaleta Azerbaycana Rojhilatê kir û bal kişand ser plana Xetemî ya "aştiya neteweyî".
Xameney diyar kir plana Xatemî ya ji bo berdana Musewî û Kerrubî ji wî tu meneya wê tuneye û wiha got: "Gel di nav yekîtiyê da ye. Çima dibêjin 'aştiya neteweyî', qey gel neyar e?"
Xameney bal kişand ser bûyerên piştî hilbijartina serkomariyê yên 2009an û wiha got: "Gel neyarê wan kesan e roja Eşûreyê tedayî li ciwanên şoreşger kirin û wê bi fesadan ra li hev neyê."