15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, Rapora Taybet a Pêngavên Çaksaziyê ku li ser fermana Mesûd Barzanî amade kir ragihand.
Rapora ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li 10ê Sibata 2016an ji bo çaksazî û rêkxistina saziyên Herêmê li ser malpera resmî a Serokatiyê weşiya.
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê bi rapora çaksaziyê ku ji 9 beşan û beşa encamê pêk hatiye encamê pêvajoya yek salê ji bo agahdarkirina welatiyan û ronîkirina raya giştî belav dike.
- Serokê Herêmê di destpêkê de 100 dosye teslîm kirin
Serokê Herêmê di 10ê Sibata 2016an de ji bo encamdana çaksaziyê çend made ragihandin. Di meha adara 2016an de bi serkêşiya Serokê Herêmê zincîreyek civîn bi sazî û rêxistinên Herêma Kurdistanê re hatin kirin û nexşerêya karkirinê hat diyarkirin. Di destpêka pêvajoyê de Serokê Herêmê, nêzîkî 100 dosye ji bo lêkolînê teslîmî desteya destpakiyê kirin. Dosye bêyî ku taybetmendiyekê bibînin bi ser aliyên dadweriyê yên eleqedar ve hatin dabeşkirin.
Taliyê vê bi fermana Serokê Herêmê 3 lijneyên taybet "Destdirêjiya li ser Mulkê Giştî", "Derman û Hewcehiyên Tibbî" û "Wezareta Pêşmerge û Silkê Eskerî" pêkhatin. Endamên lijneyê li gor şarezayî û destpakiyê ji hemû bajarên Herêma Kurdistanê hatin diyarkirin û nêzîkbûna wan li partiyan û aliyên siyasî nehatin nezerê dîqqetê.
- Petrol, dahat û xerciyên giştî
Di beşa yekem a raporê de behsa petrol, dahat û xerciyên giştî tê kirin û tê gotin ku hikûmeta ji bo çavdêrîkirin û şefafiyeta hemû dahat û xerciyên petrol û xazê roja 30ê Mijdara 2016an bi şirketa navneteweyî Deloitteê re peyman îmze kiriye.
Piştî pêşkeşkirina rapora encamên hûrgûlî yên şirketa navborî dê naveroka vê raporê ji rayagiştî re bê parvekirin û xelkê Kurdistanê der barê pêvajoya dahat û xerciyan de bê agahdarkirin.
- Zêdekirina Bacê
Li gorî daxuyaniyê di mijara bacê de pêvajoya lêpirsînan destpê kiriye û çend komîsyon di vê mijarê de hatine pêkanîn. Di encama kar û lêkolînan de çend kes dane dadgehê û ji ber van karan bi milyonan dînar vegeriyaye xezîneya hikûmatê.
Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara jimare 4452 ya 25ê Çiriya 2016an biryar daye bacê ji şirketên petrol û gazê xazê wergire. Digel vê yekê, bacên li ser erdê betal, tib, dermansaz, zêringer, fermanberên biyanî û xaniyan jî hatine serastkirin û ketine ser dahatên giştî.
Derbarê wan kes an jî şîrketên bacê nadin jî di daxuyaniyê de tê gotin ku li gorî qanûnan miamele bi wan re tê kirin û heta biryara xedexeya derketina derveyî welat tê derxistin.
- Kêmkirina xerciyên giştî û zêdekirina dahatan
Di vî qismê raporê de behsa kêmkirina xerciyên xizmetguzariyên giştî û yên wezaret û saziyên hikûmî tê kirin û tê diyarkirin di sala 2013an de xerciyên hikûmetê 18 trilyon û 700 milyar dînar bûye lê di 8 mehên yekem ên sala 2016an de bi giştî xercî tenê 5 trilyon û 34 milyar dînar bûye. Tevî ku dahata bûdceyê bi rêjeya ji sedî 80 daketiye.
Herweha di bin rênimayên kar de mijara şand û geştên fermanberan ku piraniya wan li ser bûdceya hikûmetê bûn ji nû ve hatine tenzîmkirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku bi armanca zêdekirina dahatên giştî, bacên gumrikan, cezayên darayî û kirêya xizmetguzariyan ji nû ve hatine serastkirin.
- Wezîfeya giştî û derbasbûna sîstema bayometriyê
Di qismê duyemîn ê raporê de behsa sîstema bayometrîkirina meaşên karmendan tê kirin û tê destnîşankirin ku ev proje bi serkêşiya Cîgirê Serokwezîr destpê kiriye û piştî xilasbûna navnivîsandinê der barê hejmara karmend û meaşxwiran de daneyên rast dikevin destê hikûmetê.
Rapor dibêje digel bicihbûna vê sîstemê dê meaşxwirên neyasayî nemînin û ev pêvajo dê hêzên ewlekariyê jî li xwe bigre.
- Destdirêjiya li ser mulkên giştî
Di beşa destdirêjiya ser mulkên giştî de tê ragihandin ku di çarçoveya lêkolînên komîsyona teybet de zêdetirî 20 berpirs, fermandarên leşkerî û kesên din ên desdirêjî kirine ketine ber lêpirsîna mehkemeyê, bi dehan donim erd ji destê wan hatine derxistin.
Herwiha li ser asta Dozgeriya Giştî jî ji bo rê li destdirêjiya ser mûlkên giştî bê girtin, 900 gilî hatine qeydkirin û gihîştine destê mehkemeyan.
- Wezareta Pêşmerge û dezgehên eskerî
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê di rapora xwe de dide zanîn ku bi fermana Barzanî di nav Hêzên 70 û 80 de duerkî hatiye qedexekirin û li hemû komîsyonên Wezareta Pêşmerge kirîna çek û erzaq hatiye hilweşandin.
Ji aliyekî din ve di nav vê wezaretê de bi armanca çaksaziyan hezar û 566 efser û Pêşmerge hatine kêmkirin, çendîn beşên nav wezaretê hatine daxistin. Bi vê pêngavê re jî bi sedan milyon dînar vegeriyaye bo xezîneya hikûmetê.
Li gorî raporê zêdetirî 12 dosyeyên gendeliyê yên nav Pêşmerge dane Desteya Destpakiyê û lêkolîna li ser hinek dosyeyan destpê kiriye. Herwiha di vê çarçoveyê de erk û berpirsiyarî ji wan kesan hatiye wergirtin ku navê wan di nav gendeliyê de derbas dibe.
Rapor dibêje planên mezin ên guhertinan di Wezareta Pêşmerge de li ber dest in û dê di demeke nêzîk de bên bicihkirin.
Çaksaziyên der barê bazirganiya dermanan, guhertinên di avaniya rêveberiyên hikûmetê, biçûkkirina saziyan jî hatiye eşkerekirin.
Herwiha stratejiya nîştîmanî ya tekoşîna li dijî gendeliyê tê ronîkirin û tê ragihandin ku di salekê de 229 agahiyên gendeliyê û 156 zanyarî gihîştine ber Desteya Destpakiyê. Ji van dosyeyan 191 bûne daxwaza cezayê û 138 jî di bin lêkolînê de ne, 50 dosya jî niha li mehkemeyê ne.
Li gor vê der barê 362 kesan biryara derdestkirinê derketiye û 301 kes hatine girtin. Welatî jî di vê hemleya gendeliyê de beşdar bûne û arîkariya komîsyonan kirine.
- Plana reforma aboriyê
Ev plan jî ji aliyê Wezareta Plandanînê û Bankeya Navneteweyî ve hatiye danîn û ji bo 3 salan nexşerêya wan ji aliyê hikûmetê hatiye pesendkirin.
Li gorî raporê berpirsên bala yên li Hewlêr û Bexdayê ku bi rêyên neqanûnî û netebîî dewlemend bûne jî mal û mulkê wan ji wan hatine stendin.
Hat ragihandin ku di vê mijarê de bi 100an donim zevî ji şirketên gendelkar hatine wergirtin û ev pêvajo berdewam e.
- Encama raporê-parêzbendî ji bo kesî tune
Di dawiyê de hat gotin ku dê ev pêvajo berdewam be, divê herkes arîkar be û parêzbendî ji bo tu kesî di vê qonaxê de tuneye. Herwiha lazim e hemû kes dûrî partîbûn û fikrê siyasî li vê meselê binêre.