15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro ragihand ku dê civîna Astana-2ê tenê li ser mijarên agirbestê be meseleyên siyasî nayên axaftin loma jî ew beşdar nabin.
Bro, di daxuyaniya xwe ya malpera resmî a PDKê de diyar kir ku ji ber civîna duyem a Astanaya paytextê Qazaqistanê dê li ser mijarên agirbestê be ew beşdarî nakbin, lê di civîna Cenevre-5ê de wê bi kesan werin temsîlkirin.
Serokê ENKSê ev agahî dan: "Emê beşdarî Cenevreyê bibin. Dê Fûad Elîko wek encumenê Sûriyê, Hewas Xelîl wek şêwirmend û lêvegerê siyasî û Ebdulhekîm Beşar wek nûnerê Kurd di şanda muxalefetê de beşdar bibin. 2 kesên din jî di lijneya qanûnî û ragihandinê de ne.