Herêma Kurdistana Iraqê ji ber êrîşên Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ket tengasiyê û ji ber vê jî zem dane ser bihayê benzînê. Ji ber vê benzîna ku lîtreya wê 43 sent bû, derkete 75 sentan.
Gel bertek nîşanî vê zemê da, lê Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizayî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ji bo ku bikaribin li hember vê tengasiyê bisekinin û hewcedariyên pêşmergeyan pêk bînin ew mecbûr mane zemê bidin ser benzîn.
Dizayî wiha got: "Hikûmeta Kurdistanê, her roj milyon dolaran ji bo hewcedariyên pêşmergeyan yên ku li hember milîtanên rêxistina terorê ya DÎŞIyê şer dikin, xerc dike. Wekî her kes dizane, hikûmeta navendî ya Iraqê ji çileya paşîn 2014an vir ve, budçeya Herêma Kurdistanê birî û ev jî bû sedema qeyrana aboriyê. Pereyê ku ji îxracata neftê tê, têra mehaneya karmendan nake. Ji bo ku mehane bên dayîn, her meh hewcedariya me 750 milyon dolarî heye."
Dizayî daxuyand ku li Herêma Kurdistanê 1,4 milyon penaber hene û ev jî li ser herêmê dibe barekî giran û wiha dewam kir:
"Heke em bihayê benzînê kêm bikin em nikarin mehaneya karmendan bidin û rewşa aboriyê ya niha biparêzin. Di vê rewşê de bila tu kes ji me erzankirina bihayê benzînê nexwaze. Lewra em wek hikûmet mecbur in can, mal û ewlehiya gelê Kurdistanê biparêzin. Heke destê me fireh bibe, dibe ku di bihayê benzînê de guherînek çêbibe."
Piştî ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) di 13ê hezîranê de li bajarê Tikrîtê rêyên ku diçin Rafîneriya Neftê ya Beyciyê bi dest xistin, li Iraqê qeyrana neftê dest pê kir. Ji ber êrîşên DÎŞIyê ji bo Selaheddîn, Diyala, Kerkûk, Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê sewqiyata neftê hat sekinandin. Li ser vê Herêma Kurdistanê bi tankan ve ji Îran û Tirkiyeyê neft îtxal kir.