Haydar Şahin
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li Lîbyayê yekîneyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya navneteweyî tê naskirin êrîşî kozikên hêzên Xelîfe Hefter ên li başûrê Trablusa paytext kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî yên HMNyê hatin sitandin îro ber destê sibê kozikên Hefter ên li başûrê Trablusê xistin hedef.
Hat ragihandin piştî ku li gelek bajarên Mîstrata jî tev ji bo parastina paytexê welêt seferberî hat îlankirin yekîneyên HMNyê hêzên teqwiye şandin başûrê Trablusê.
Tê gotin ku hêzên teqwiye ji herêmên eskerî yên herêma navîn a HMNyê hatin şandin.
Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê welêt herî dawîn di 12ê berfanbarê da bi navê "Şerê Eşkerekirinê" fermana êrîşê dabû ku êrîşî Trablusê bikin.
Li dijî fermana êrîşê ya Hefter li Mîstrata û 7 bajarên li rojavayê welêt seferberî hatibû îlankirin.