Elif Orhan
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Rejima Beşar Esed gelek wesayîtên bizirx, çekên giran, tank û hêzên teqwiye şand hawirdora Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê hatin bidestxistin rejimê gelek wesayîtên bizirx, çekên giran, tank û hêzên teqwiye şand çolwarê rojhilat û başûrê Îdlibê, navçeyên Sincar û Xan Şeyxûnê û xeta balafirgeha Ebû Zuhur.
Hat hînbûn ku Lejyona 5emîn a ku dibêjinê "Hêzên Pilingan" ên ku hêzên Ûris serkêşiya wna dikêşe jî gihaştin herêmên navborî.
Çavkanî dinirxînin ku rejima Esed sewqiyata eskerî ji bo êrîşa rêbejên M4 û M5 ên stratejîk ên ku Helebê bi Şam û Lazqiyeyê va girê dide hat kirin.
Di êrîşên rejima Esed û piştgirên wê yên meh û nîvê dawîn ên ser Îdlibê da ji 90 hezarî zêdetir sivîlî koç kir û xwe sipart sînorên Tirkiyeyê û herêmên Herekata Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertala Feratê.
Ji mutebaqata ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Jimara kesên ku ji herêmên ku lê êrîş zêde ne koçî nêzikî sînorê Tirkiyeyê û herêmên nîsbeten ewledar kirin jî di sala dawîn da ji milyonekî borî.