Ata Ufuk Şeker
24 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Yekîtiya Ewropayê (YE) mueyîdeyên dijî sektorên wekî bankevanî, vejen û veguhestinê yên Sûriyeyê rawestandin.
Konseya YEyê di civîna wezîrên karên derva yên welatên endan ên li Brukselê da biryarên li ser mueyîdeyên YEyê yên dijî Sûriyeyê eşkere kirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku welatên YEyê rewşa li Sûriyeyê da ber çavan û biryar da ku hin tedbîrên tengavkirinê rawestîne. Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku ev biryar, parek ji wan hewldanên piştgiriyê yên YEyê ne ku li Sûriyeyê pêvajoyeke siyasî ya piralî, têkûzbûna aborî, jinûva avedanî û ediladina îstiqrarê pêk werin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "YEyê tedbîrên tengavkirina sektorên aboriyê yên bingehîn ên li Sûriyeyê rawestandin."
Her wiha hat diyarkirin ku Bankeya Pîşesaziyê, Bankeya Krediyê ya Populer, Bankeya Tesarufê, Bankeya Koperatîfa Çandiniyê û Rêhewayên Ereb ên Sûriyeyê yên li Sûriyeyê dê ji lîsteya mueyîdeyan bên derxistin û dê îzin were dayîn ku ji bo Bankeya Navendî ya Sûriyeyê fon û çavkaniyên aborî bên dabînkirin.