22 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê piştî ku herêma di destê çend endamên DEAŞê da bû zeft kir hewl dide ku dîmenên qetlîama li Dêrazorê veşêre.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, YPG/PKKyê di 19ê adarê da tevahiyê Baxozê dagir kir û piştî vê dîmenên qetlîamê di medyaya civakî da hatin weşandin li ser vê rêxistinê ji endamên çapemeniyê ra ketina bajarokê qedexe kir.
YPG/PKK dema dikevin bajarokê têlefonên endamên xwe jî ji wan distîne.
Di vê demê da endamên rêxistinê ji bo rêça qetlîmê ji holê rakin cesedan kom dikin û derdixin dervayê bajarokê.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku rêxistinê dest da ser amûrên sivîlên ku kuştin û malên yên din jî talan kirin.
- Banga ji bo alîkariya jin û zarokan
Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif di daxuyaniya nivîskî da bal kişand ku rewşa li Baxozê dibe sedema fikaran.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku YPG/PKK guh nade jin û zarokan hemûyan dixe hedef û wiha hat gotin: "Bi taybetî rewşa jin û zarokan merivan ditirsîne. Em bang dikin ku bira ji bo zarokan alîkariya însanî û tenduristiyê were dayîn û ew werin parastin."