15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî diyar kir ku amadehiyên ji bo ji destê DEAŞê xilaskirina Mûsilê temam in.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera serokatiyê hat weşandin da wiha got. "Ez ji civakê ra îlan dikim ku amadehiyên ji bo xilaskirina Mûsilê temam in. Di vê çarçoveyê da di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan da peyman hat çêkirin. Di peymanê da bi hûrgilî qalê dike kê ji kîjan aliyî ra tevlî operasyonê bibe."
Barzanî got ku pêşmergeyê girêdayî vê peymanê bimînin û wiha axivî:
"Xilaskirina Mûsilê ji bo Kurdistanê giring e. Ji bo Herêma Kurdistanê ev mijareke sereke ye. Ez diaxivim ku diyar bikim, ji bo pirsgirêk dernekevin hemû îmkan hatin seferberkirin, di navbera hêzên pêşmergeyan û artêşa Iraqê da lihevkirineke hêzdar heye."
Barzanî di daxuyaniya xwe da bal kişand ser heyama piştî DEAŞ ê û diyar kir ku Hewlêr û Bexdayê li ser kontrolkirina rewşa bajêr, îdarekirina wê û avakirina komîteya payebilind a siyasî jî li hev kirin.
Barzanî got hêviya min ew e ku gelê Mûsilê yê di bin zorbedariya DEAŞê da bên xilaskirin û kesên ku cî û warên xwe terk kirine jî vegerin malên xwe.