09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2020
YPG/PKKya rêxistina terorê ya bajarê Hesekê ya dagir kiriye di hefteya dawîn da 400 ciwan bi darê zorê girtiye û dixwaze çekê bide destê wan.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê hin herêm dagir kiriye jiyanê li sivîlan dike şeva tarî.
Endamên rêxistina terorê ji aliyekî va rê û rêbazên rejima Baasê dibin serî û milet aciz dikin ji aliyekî va jî dixwazin sivîlan tevlî planên xwe yên bêbext bikin.
Li gor ahagiyên ji çavkaniyên herîmê hatin hildan endamên YPG/PKKyê li herêmên dagir kirine kesên emrê wan di navbera 18-35 salan da ne digire.
Endamên YPG/PKKya rêxistina terorê di vê çarçoveyê da li navenda bajarê Hesekê û navçeyên Qamişlo, Amûdê, Malikiye û bajaroka Dirbêsiyê ji bo qefaltina ciwanan dewriyeyê dikirin zêde kirin.
Rêxistin li cihên di bin kontrola xwe da digire wesayît û mirovan dide sekinandin û nasnameya kontrol dike.
Çavakaniyan gotin ku rêxistinê ketin û derketina Hesekê girtine û nahêlin ku ciwan ji wê derê derbikevin û bi cihekî din va biçin û bi vî awayî rê li ber reva ciwanan girtine.
Rêxistina terorê bi van rê û rêbazan di hefteya dawîn da li bajarê Hesekê nêzî 400 ciwan girt û bi darê zorê çek da destê wan.
Rêxistin niha li bajarê Reqa û Dêrazorê jî ji bo sepandina heman rêbazê hewl dide.
YPG/PKK li Sûriyeyê ciwanên bi darê zorê hildide kampên perwerdehiyê û îdeolojiya xwe di mêjiyan da bi cih dike û kesên bixwazin jê birevin jî tehdîd dike.
- Keçikan jî direvînin
Rêxistina terorê dixwaze milên xwe saxlem bike û di meh û nîvê dawîn da zêdetir zarokan direvîne.
Di nav vê mehê da 2 jê qîz 4 zarok bi destê rêxistina terorê va hatin revandin.
Meha borî jî YPG/PKKê gelek zarokên qîzîn ên emrê wan di navbera 11 û 17 salî da bûn ji malbatên wan qetandibû.
Malbatên ku ji zarokên xwe tu xeber hilnedane li benda berdana ewladên xwe ne.