03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
QAMIŞLO
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku bajarê Qamişloya ser Sûriyeyê dagir kiriye midûrê dibistanêkî yê bi eslê xwe Suryanî ye revand. Hat gotin ku midûrê dibistanê mufredata wan qebûl nekiririye û ji ber vê jî ew hatiye revandin.
YPG/PKKyê Şerbîl Korkîsê ku li navçeya Dêrika ser bajarê Qamişloyê midûrê dibistaneke aîdê Suryaniyan e, ji ber mufredata rêxistina terorê dixwaze bê sepandin qebûl nekir, ji malê derxist û revand.
Rêxistinê di meha tebaxê da dibistanên aîdê Suryaniyan girtibû lê ji ber serketina welatên Rojavayê destûr da ku bila ew dibistan ji nû va bên vekirin. Lê ji ber ku di mijara mufredatê da lihevkirin pêk nehat dersan dest pê nekir.
- Ji Korkîs tu xeber tuneye
Konseya Suryaniyên Dinyayê duh daxuyanî da û ragihand ku li Qamişloyê bi îdiaya ji ser medyaya civakî propagandaya dijî YPG/PKKyê sivîlek hatiye binçavkirin.
Konseyê di daxuyaniya xwe ya 24ê îlonê weşand da jî destnîşan kir ku rêxistinê xwest sûîqastê bibe ser berpirsê dibistanên Suryaniyan û Serokê Enstîtuya Nisêbînê Îsa Reşîd.
Rêxistina terorê di dibistanên ku li herêmên dagir kiriye da ev sê sal in fikr û ramanên milîtarîst ên nijadî hînî zarokan dike.