Fatih Gazioğlu
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
PALU
Li Sulawesiya girava Endonezyayê hejmara kesên di erdhej û tsunamiyê da mirin gihîşte hezar û 407an.
Ajansa Rêvebiriya Ajansa Afata Neteweyî (BNPB) daxuyand û got hejmara kesên di erdhej û tsunamiyê da mirin gihîşte hezar û 407an.
Berdevkê Rêvebiriya Ajansa Afata Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyand ku wan heta niha 519 cesed definkirine.
Nugroho got ku di erdhej û tsunamiyê da 2 hezar û 549 kes jî birîndar bûne û ji 100î zêdetir kes jî hê wenda ne.
Rayedaran gotin ji 2 hezarî zêdetir awahiyê mekteban zirar dîtin e û ew ê bona perwerdeyê polên berwext ava bikin.
Li Girava Sulawesiyê Endonezyayê ya ku ji Kendava Palûyê 27 kîlomêtre dûr e li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhejêke bi lerza 7,5an çêbû. Li gor çavkaniyên herêmê jî lerza erdhejê 7,4 bû.
Li herêma Balaroaya girêdayî Palauyê roja înê ewil bi lerza 7,4 erdhejek û paşê jî tsunamî çêbû.
Piştî erdheja li bajarên Donggala û Pauloyê bi tesîra tsunamiyê pêlên di navbera 3 û 6 mêtroyî bilind rabibûn.
Li Girava Lombokê di dawiya meha tîrmehê û tebaxê de bi lerza 6,3, 6,9 û 7an heft erdhejên mezin çêbûbûn û li ser 450 hezar kesî tesîr çêkiribû. Di encama erdhejan de 563 kes miribûn.
Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.