Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku ji Yêmenê bi roketan êrîş birin ser Necrana parêzgeha Erebistana Siûdî, di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.
Alîkarê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Necranê Yuzbaşi Evdilah Seîd El Farî daxuyand ku Husiyên li Yêmenê roket avêt ser Necranê, di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê, di encama êrîşê de li herêmê xisar çêbû. Herwiha li herêmê tevdîrên ewlekariyê hatin hildan.