Elif Orhan
08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Darkuşa bajaroka Îdlibê êrîşê cî û warên sivîlan kir, di êrîşê de 15 sivîl mirin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji rayedarên parastina sivîl hatin bidestxistin balafirên şer ên rejimê agirbesta 72 saetî ya ku li tevahiya welêt hat îlankirin îxlal kirin û cî û warên sivîlan ên li Darkuşa bajaroka Îdliba di bin kontrola mixalifan de bombebaran kir.
Hat gotin ku di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 15 sivîl mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ekîbên parastina sivîl mirî û birîndar ji herêma êrîşê derdixînin.
Rayedaran destnîşan kir ku li herêma ku hat bombebarankirin xisareke mezin çêbû û da zanîn ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li bajarokê.