Artêşa DYAyê îro li Iraqê êrîşên nû birin li ser hedefên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên nêzî Bendava Mûsilê.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) hat dayîn, êrîş bi balafirên şer ên DYAyê hatin kirin. Hat diyarkirikn ku di êrîşan de 16 wesayîtên çekdar ên aidê DÎŞI hatin îmhakirin.
Di operasyonê de hemû balafirên ku peywirdar bûn bi awayekî ewledar ji herêmê veqetiyan.
CENTCOMÊ da zanîn ku artêşa Iraqê ji 8ê tebaxê heta niha li Iraqê 124 êrîşên hewayê kirin.