18 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ew têkoşîneke mafdar li dijî terorê didin û wê tucarî bi paş da gav neavêjin û got, "Dewleta Komara Tirkiyê bêyî ku ji hedê hiqûq û edaletê derbikeve, prîmê bide teror û şîdetê, wê di serî da ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze, nirxên mirovahiyê li ser navê her kesî biparêze û parastinê bidomîne."
Serokwezîr Davutoglu der barê êrîşa terorê ya li Enqereyê ku di dema derbasbûna servîsên eskerî da hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî belavkir.
Davutoglu got, "Em li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîna mafdar didin û em ê tu carî paşda gav nevêjin. Destên şer wê vê êrîşa menfûr îstismar bike û dibe ku provokasyonê derxe. Ez li dijî van destên şer bi feraseta mezin û aqlê selîmiya gel bawer im. Demeke dirêj e miletê me dibe hedefa terorê û mil daye hev û gelek badîre derbas kiriye. Milletê me wê li hember êrîşên wiha jî tevkariyê bike û ji hedê van şert û mercên dijwar derê. Dewleta Komara Tirkiyê bêyî ku ji hedê hiqûq û edaletê derbikeve, prîmê bide teror û şîdetê, wê di serî da ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze, nirxên mirovahiyê li ser navê her kesî biparêze û parastinê bidomîne."
Serokwezîr Davutoglu herwiha destnîşan kir ku êrîşên terorê wê tu car negihîjin armancên xwe û yekîtiya gel wê her û her bihêztir be û wiha pê da çû:
"Em li ber terorê û şîdetê 78 milyon welatiyê xwe va yek in û bi hevra ne. Komara Tirkiyê wê hiqûqa xwe nede binpêkirin û ji kê tê bila were wê dev ji ji doza xwe ya mafdar bernede. Hedefa vê êrîşa menfûr welatê me, milletê me yê ezîz û demokrasiya me ye. Yên ku ev êrîş kirin û piştgirî danê wê tu carî negihîjin armanca xwe."