Bertekên li hember şewitandina pîlotê urdûnî Muaz el-Kesasîbeyê ku ji hêla DÎŞIyê ve hatibû şewitandin hê dewam dikin. Lê hat îdiakirin ku rêxistina terorê DÎŞIyê li Iraqê jî hin kes şewitandiye.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Iraqê daxuyand ku di nav hefteyên dawîn de DÎŞIyê hin bajaran li ber çavên mirovan hin kes şewitand.
Di daxuyaniya nivîskî ya çavdêrxaneyê de wiha hat gotin: "Di nav heftayên dawîn de DÎŞIyê li Enbar, Selahadîn û Misûlê 23 kes li ber çavên mirovan şewitand. Rêxistin wiha dike ku çavê mirovan bitirsîne û tevgera şer a psîkolojîk bi kar bîne."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 5ê sibatê de li gundê Maseriya Misûlê DÎŞIyê 6 ciwanên ku temenê wan di navbera 20 û 26an de bûn ji ber sedemeke nediyar girt. Milîtanan çalek vekolan ciwan xistin wir û li ber çavên gel ciwan şewitandin. Li navçeya Beyciya girêdayî bajarê Selahadînê jî di 7ê sibatê de 7 kes bi dîregên ceyranê ve hatin girêdan û şewitandin. Ji bilî vê li gundê Dersim Tuseya Misûlê jî 10 kesên ku tên texmînkirin êzdî ne jî hatin şewitandin."
Serokê Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Iraqê Mistefa Sadun ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji herêmên di destê DÎŞIyê de ne agahiyan ji gel hildidin û ev agahî sedî sed rast in.
Sadun got ku ji 23 kesên ku hatine şewitandin jê 10 dibe ku êzdî bin. Sadun destnîşan kir ku rêxistin ji alimên xwe fetwayê distîne û wisa van kesan dişewitîne.