SANTÎAGO
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel: "Der barê piştgiriya ekîbman û perwerdeya ji bo mixalifên nerm yên Sûriyeyê de hevdîtin bi Tirkiyeyê re tên kirin û di van hevdîtinan de pêşveçûn hene."
Hagel di çarçoveya gera xwe ya Amerîkaya Latîn de li Santîagoya paytexta Şîliyê bi Serokê Dewletê Mîchelle Bachelet û Wezîrê Parastinê Jorge Burgos re hevdîtin kir.
Chuck Hagel daxuyanî da rojnamegeran û got ku li Kobanêyê êrîşên Amerîkayê wê bidomin û DÎŞI hê ji bo Kobanê tehdît e.
Hagel got ku bi rastî jî rewşa Kobanêyê di talûkeyê de ye û bi êrîşên ku welatê wî dike ve hin pêşveçûn çêbûn.
Hagel der barê piştgiriya ekîbman û perwerdeya ji bo mixalifên rejîma Sûriyeyê de got ku bi Tirkiyeyê re hevdîtin didomin û di van hevdîtinan de pêşveçûn hene û ew der barê vê mijarê de li benda daxuyaniyên Tirkiyeyê ne.