19 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
LONDRA
Hat ragihandin ku jineke Îngiliz ku beşdarî YPG/PKKa rêxistina terorî bûbû, di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li Efrînê hat kuştin.
Li gor nûçeya BBCyê ya saziya weşana qamûyê ya Îngiliz, jinika bi navê Anna Campbellê û 26 salî ku welatiya Îngiltereyê ye, di 15ê adarê da li Efrînê hat kuştin.
Tê gotin ku Campbell li Îngiltereyê wek tesîsatkar dixebitî û par di meha gulanê da çû Sûriyeyê û tevî sefên rêxistina terorî bûye.
Campbell welatiya 8em a ku di sefên rêxistina terorî da hat kuştin e û bû yekemîn terorîsta jin a Îngiliz.
- 2 Îngiliz tên darizandin
Li Îngiltereyê 2 welatiyên Îngiliz ên bi navê Jim Matthews û Aidan James ku tevî YPG/PKKa rêxistina terorî bûbûn, meha çûyî di çarçoveya qanûna têkoşîna terorê da hatibû darizandin.
Du Îngiliz jî li Iraq û Sûriyeyê ji ber ku "li cihên ku perwerdeya terorê" mane û "amadehiya çalakiya terorî kirine" tên sûcdarkirin.
PKK ji sala 2001ê vir va li Îngiltereyê di nav lîsteya rêxistinên terorî da be jî YPG di lîsteyê da cih nagire. Lêbelê miqamên Îngiliz demeke dirêj e der heqê kesên ku li Sûriyeyê tevî rêxistinên çekdar dibin da hişyarî dida ku ew kes dema vegerin welêt di çarçoveya qanûna têkoşîna terorê da dibe ku teqîbata wan were kirin.
- Pêşniyaza "Bira YPG têkeve nav lîsteya terorê"
Henry Jackson Societya ku saziyeke fikr û ramanê ye, navenda wê li Londrayê ye. Henry Jackson Society di meha tebaxa borî da bi sernava "Şervanên Biyanî yên ku Hatin Jibîrkirin: Li Sûriyeyê PKK" raporek weşandibû.
Di raporê da têkiliyên navbera PKK û PYD/YPGê hatibûn vegotin û li ser biyaniyên ku li Sûriyeyê di sefên rêxistina terorî da şer kirin agahî û nirxandinan cih girtibûn.
Di raporê da 60 profîlên biyaniyan ku ji 12 welatan in cih girtin. Bal hatibû kişandin ku rêjeya kesên ku bi taybetî ji welatên ku lê Îngilizî tê axaftin nêzî sedî 80ê ye.
Di raporê da hatibû pêşniyazkirin ku YPG jî li lîsyeta rêxistina terorî were zêdekirin.