Önder Beyter
22 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Huseyîn Dehqanê şêwirmendê eskerî yê rêberê dînî yê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku Erebistana Siûdî heger qebûl bike, ew amade ne ku ligel Riyadê bêşert û merc mizakereyê bikin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Dehqanê ku di heman demê da Wezîrê Parastinê yê berê ye jî, li ser rojevê daxuyanî da têlevîzyona Al Jazeera ya Qeterê.
Dehqan diyar kir ku pêwendiyên welatê wî yên digel Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) baş bûn û helwesta Ebû Dabûyê ya dijî Tehranê guherî. Dehqan li ser Erebistana Siûdî jî wiha axivî, "Erebistana Siûdî heger qebûl bike, em amade ne ku ligel Riyadê bêşert û merc mizakereyê bikin. Riyad divê li têkçûna xwe ya di şerê Yemenê da mikûr wer û polîtîkayeke nû bimeşîne."
- Îdiayên Îran piştgiriyê dide Xefter, "komîk" in
Dehqan, îdiayên ku rêveberiya Tehranê li Lîbyayê piştgiriyê dide Xelîfe Xefter wekî "komîk" tewsîf kir û wiha got:
"Îran bi awayekî fermî Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî ya li paytext Trablusê ku li cem Neteweyên Yekbûyî jî nûnerê meşrû yê Lîbyayê ye nas dike û piştgiriyê didê. Îran bangî hemû aliyan dike ku di mijara Lîbyayê da werin ser xeta çareseriya siyasî."