01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
DIHOK
Sekreterê Lijneya Asayiş û Bergiriyê li Meclisa Iraqê û Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah, îddia kir ku gelek serbaz û fermandeyên di nav Heşda Şebî de û hinek fermandeyên Artêşa Iraqê, li sînorê Îran û Iraqê ticareta hişbirê dikin.
Ebdullah, ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê behsa gendeliyên li Iraqê û ticareta hişbirê di nav sînorên Iraq û Îranê de kir.
Parlamenterê PDKyê li ser ticareta hişbirê îddiayên xwe wiha anîn ziman:
"Belge di destê me de hene ku hêzên eskerî yên li Iraqê bazirganiya madeya hişbirê dikin. Gelek serbaz û fermandeyên di nav Heşda Şebî de û hinek fermandeyên Artêşa Iraqê, li sînorê Îran û Iraqê ticareta hişbirê dikin. Bi dehan curên çekan di destê wan de ye û bi awayekî eşkere bi karwanên otomobîlan ticareta madeya hişbir, petrol û tiştên din dikin."
Ebdullah destnîşan kir ku Îran bi bernameyeke amadekirî ticareta hişbirê li ser sînor dide kirin û gelek kes hetanî niha kiriye bengiyê hişbirê: "Plan û armanceke Îranê ya veşartî li pişt vê heye. Ew ji berê ve xebatê li ser dike."
Di mijara herêmên kurdî de jî Ebdullah wiha behsa siyaseta Îranê kir:
"Îran ev siyaseta xwe ji berê ve li herêmên kurdî dimeşand. Di qonaxa yekem de madeya hişbir belav dikir. Heta ku digihîşt asta bengîtiyê. Îcar piştî vê li gor berjewendiyê xwe dida xebatê. Bi mejiyê welatiyan dilîst. Piştî çend salan heman tiştî niha li ser welatiyên Iraqê dike. Dixwaze ku hestê netewetiyê di serê kurd û ereban de nehêle."