01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ŞENGAL
Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, ragihand ku rêxistina terorî PKKyê li Şengala navçeya Mûsilê wek DEAŞê dest bi vedana tunêlan kiriye û her ku diçe hêza xwe li herêmê zêdetir dike.
Xelîl, di daxuyaniya ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê de mewcûdiyeta PKKyê li herêmê, naveroka dîdarên digel şandeyên emrîkî û avakirina Şengalê nirxandin.
- "Çekdarên PKKyê mewziyên xwe bihêztir kirine"
Der barê hevdîtinên digel şandeyên emrîkî de Xelîl wiha got:
"Emrîkayê soz daye kurdên êzidî û îdareya Şengalê ku dê zextê li ser PKKyê çêbikin ku Şengalê terk bikin. Di meseleya ku Şengal ne cihê PKKyê ye piştgiriya me dikin. Lê heta niha derketinê li aliyekî bihêle jimara çekdarên xwe zêde kirine. PKKyê çekdarên xwe li deverên ku di bin desthilata wê de ne belav kirine."
Xelîl destnîşan kir ku PKK naxwaze Şengalê vala bike û wiha agahî dan:
"Çekdarên PKKyê heyamek e mewziyên xwe bihêztir kirine, binge û baregehên xwe jî zêde kirine. Ev hewldanên wê jî nîşan didin ku niyeteke wek derketinê tuneye. PKK naxwaze Şengalê terk bike."
- "Me ji PKKyê rizgar bikin."
Xelîl, bangewaziya raya giştî ya navneteweyî, neteweyên yekbûyî, Emrîka, hêza koalîsyonê û aliyên berpis kir: "Em careke wek îdareya Şengalê û kurdên êzidî daxwaza xwe digihînin aliyên têkildar, hikûmeta Herêma Kurdistanê û faktorên derekî: berê xwe bidin Şengalê û me ji PKKê rizgar bikin."
Qeymeqamê Şengalê der barê çalakiyên PKKyê li ser Çiyayê Şengalê jî wiha nirxandin kir: "Li çend deverên Şengalê, bi taybetî li ser Çiyayê Şengalê, çekdarên PKKyê wek terorîstên DEAŞê dest bi kolana tunêlan kirine. PKK, ji bo cihê xwe saxlem bike û parastina xwe baş bike van tunêlan vedide. Lewra ji haletê şer ditirsin ku li pêşiya wan e. Herwiha bi vê yekê dixwazin zilma ku li hemberî welatiyan dikin jî veşêrin."
- "Em vedana van tunêlan wek tiştekî asayî nabînin"
Xelîl, raya xwe ya der barê armanca van tunêlan jî wiha anî ziman: "Em vedana van tunêlan wek tiştekî asayî nabînin. Dê ji bo armancên xwe yên xeternak û taybet ên xwe bi kar bînin."
Xelîl, bibîr xist ku heta çekdarên PKKyê binke û baregehên xwe li Şengalê zêdetir bikin vegera penaberan jî dê kêmtir bibe û pê de çû:
"Lewra penaber ditirsin ku ji aliyê PKKyê ve bên revandin. Ditirsin ku bi zorê bên revandin, bibin çekdar û li Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê ji bo armancên xwe bi kar bînin. Ev jî cihê tirsa kurdên êzidî ye û loma jî venagerin malên xwe. Em dixwazin PKK li vî sînorî bi yekcarê nemîne."
- Konferansa avakirina Şengalê
Xelîl der barê 2emîn Konferansa Avakirina Şengalê de jî wiha agahî dan:
"Bi beşdariya Wezîrê Navxweyî, Lijneya Avakirina Şengalê û berpirsên din konferansa avakirina Şengalê li Dihokê dê çêkin. Lê berî avakirinê xala herî muhîm ew e ku PKK herê vala bike. Eger na tu plan ser nagire. Lewra yek ji wan rêgiriyên sereke li ber avakirina Şengalê mewcûdiyeta çekdarên PKKyê ye. Bi dehan rêxistinên navneteweyî bi sedan projeyên cuda cuda amade kirine ku xizmeta welatiyên Şengalê were kirin. Lê heta niha ji tirsa PKKyê yek ji van projeyan jî neketiye rewacê."