Fatih Gazioğlu
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
XEZE
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf, Îsmaîl Heniyeyê ku wekî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê hatibû hilbijartin, pîroz kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji Hemasê hat dayîn de wiha hat gotin:
"Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf ji ber ku Îsmaîl Heniye wekî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê hat hilbijartin ew pîroz kir."
Di hilbijartina Serokatiya Buroya Siyasî ya Hemasê ya roja şemiyê de li şûna Xalid Meşal, Îsmaîl Heniye hatibû hilbijartin. Îsmaîl Heniye ji sala 2013an vir va alîkarê Meşalê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê bû.