08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
ANKARA
Li Îranê hêzên ewlehiyê operasyon birin ser PJAKa şaxa PKKya rêxistina terorê ya Îranê. Di operasyonê da 6 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hat dayîn, operasyon li çiyayên Merîwana li ser eyaleta Kurdistana ya ku dikeve rojavayê Îranê duh evarê hat kirin.
Di operasyonê da 6 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku terorîstên hatin kuştin faîlên êrîşa ku 20ê tîrmehê ya li ser qerakola Merîwanê ne. Di êrîşê da 11 eskerên Îranê hatibûn kuştin, 8 esker jî birîndar bûbûn.