İbrahim Atmaca
16 Sibat 2021•Rojanekirin: 17 Sibat 2021
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Seîd Hatîbzade bertek nîşan da ku êrîşên roketan ên Hewlêra bajarê Iraqê bi Îranê ra têkildar dikin û êrîş weke "gumanbar" pênase kir.
Daxuyaniya Hatîbzade di malpera Wezareta Karên Derva da hat weşandin, di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ewlehî û îstiqrara Iraqê pir girîng dibînin.
Hatîbzade destnîşan kir, ew li dijî her gavên ku pergal û hizûra Iraqê xerab dikin sekinîne û wiha dewam kir, "Em hewildanên ku êrîşê (li dijî Hewlêrê) bi Îranê ra têkildar dikin, şermezar dikin û îdiayên bi vî rengî red dikin."
Hatîbzade êrîşên roketê weke "gumanbar" pênase kir û ji hikûmeta Iraqê xwest ku bûyerê lêkolîn bike û ji bo girtina kiryaran gavan bavêje.
- Li Hewlêrê êrîşên roketê
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkayî hat hildan, 14 roket avêtibûn Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku eskerên Amerîkayê lê bi cih bûne û bajêr.
Di êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê da personelekî bipeyman hat kuştin, 3 jê sivil 5 personelên bipeyman û eskerekî Amerîkayê jî birîndar bûbûn.
Grûbeke bi navê "Saraya Ewliya ed-Dam" ku di çalakiyên li Iraqê da berî niha navê wê nehatibû bihîstin, êrîş hildabû ser xwe.
Piştî bûyerê hin dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî îdia kiribûn ku tiliya Îranê û grûbên nêzî Îranê di êrîşê da heye.