SILEYMANIYE
Li bajarê Silêmaniyê ku di Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqa Federal(RHKÎF)de bajarê mezin ê duyemîn e, di salên dawî de sektora turîzmê geş bû.
Di sala 2013an de li bajêr tenê 7 otêl hebûn lê niha 2 heb jê bi pêncstêrk bi tevahî 47 hotêl, 50 motêl û 56 aparthotêl hene.
Li bajarên Bexda, Musil, Diyala, El-Enbar û Kerkûkê bê îstîkrarî didome lêbelê RHKÎF, her diçe geş dibe. Bajarê Silêmaniyê ku li RHKÎFê bajarê mezin ê duyemîn e, ji aliyekî ve tê restore kirin ji aliyê din ve jî li herêmê otêl û saziyên mêvankirina tên avakirin.
Midurê Turîzmê yê Sileymaniyê Mustafa Heme Rahîm, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em dê zêdekirina jimara hotêlan bidomînin. Rahim, bal kişand ser hejmara turîstan û got: ''Xweşikî û bedewiya Kurdistanê, ewlehî û birêkûpêkbûna desthilatdariyê bala turîstan dikêşe ev yek jî dibe sedema hatina turîstan.''
Mustafa Heme Rahîm, bal kişand ser hejmara turîstan û wiha pêde çû:'' Heta niha derbarê dahatûya turîzmê de pîlaneke RHKÎFê tune bû. Lê niha pîlana mastirê ya herêmê tê amadekirin. Ji bo vê yekê bi du şîrketên Lubnanî re peyman hat îmze kirin. Bi vê peymanê dê turîzma herêmê geştir bibe. Di çarçoveya vê pîlanê de binesazî û çêkirina rêyan dê bê temam kirin.''