Par 2 milyon û 750 hezar kesî "Çewlika Heywana ya Entabê" ziyaret kir û îsal tê çaverêkirin ku hejmara penaberan zêdetirî 3 milyonî be.
Çewlika heywana ya ku şaredariya mezin a Entabê di sala 2001ê de çêkir, li gor mezinbûn û hejmara heywanên ku têde ne di nav çewlikên li Tirkiyeyê de, di rêza yekemîn de ye. Her wiha ev çewlik di nav çewlikên Ewropayê de di rêza duyemîn û di nav çewlikên dinyayê de jî di rêza çaremîn de cih digre. Li çewlikê zêdetirî 300î cureyên heywanan û zêdetirî 7 hezarî jî heywan hene. Gelê herêmê û turîst eleqeyeke mezin nîşanî çewlikê didin.
-Di meha ewil a salê de zêdetirî 300 hezar kesî çewlik ziyaret kir
Serokê Parastina Jiyana Sirûştî yê Şaredariya Mezin a Entabê Celal Ozsoyler Daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çewlika heywana ji mezina bigre heta piçûkan bala hemûyan dikşîne û wiha dewam kir.
"Par 2 milyon û 750 hezar kesî Çewlika Heywana ya Entabê ziyaret kir. Ev hejmar ji bo be hejmareke rekorê ye; lê em li bendê ne ku îsal hejmara turîstan 3 milyonî derbas bike. Lewra hêj meha ewil a salê ye û ji niha ve hejmara kesên ku tên çewlikê ziyaret dikin 300 hezarî derbas kir."
Ozsoyler got ku him ji bajarên derûdora herêmê him jî ji welatên wekî Almanya, Fransa,Îngilistan, Hollanda û Rûsyayê turîst tên, çewlikê ziyaret dikin.
-Hejara heywanan dê zêde bibe
Ozsoyler got ku îsal mohra xwe li projeyeke bi navê "Safarî Park" xistin û wiha pê de çû:
"Em bawer in ku dê gel projeya safarî parkê biecibîne. Her wiha piştî ku ev proje bikeve faliyetê dê hejmara heywanên li parkê jî zide bibe."