Şenhan Bolelli
28 Gulan 2024•Rojanekirin: 30 Gulan 2024
Li Îspanyayê hikûmeta koalîsyona çep di civîna Lijneya Wezîran da biryara naskirina bi fermî ya dewleta Filistînê pejirand.
Berdevka Hikûmetê Pilar Alegriayê piştî civîna Lijneya Wezîran li Avahiya Serokwezîriyê Moncloayê ya li Madrîdê di civîna çapemeniyê da axivî.
Alegriayê diyar kir ku di civîna Lijneya Wezîran da biryara naskirina bi awayekî fermî ya dewleta Filistînê hat pejirandin û wiha got, "Bû civîneke taybet a Lijneya Wezîran. Biryareke dîrokî ye û takehedefeke wê heye. Ew jî tevkarîkirina aştiyê ye."
Alegriayê destnîşan kir ku Îspanya, Îrlanda û Norwêcê bi biryarên xwe yên hevdem va Filistîn nas kirin û wiha dewam kir, "Îspanyayê biryareke dîrokî wergirt û ket nav wan 143 welatan ku dewleta Filistînê nas dikin. Ev biryareke Îspanyayê ye ku bi soza wê ya edalet, nenakok û aştiyê ra lihevkirî ye."
- "Naskirina Dewleta Filistînê divê bi awayekî wisa be ku sepandina wê 'pêkan' be"
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez vê sibehê der heqê naskirina Dewleta Filistînê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Îspanya wekî Ukraynayê Filistînê jî li gor "hurmeta mafên mirovan a navneteweyî û hiqûqa navneteweyî" diparêze û destnîşan kiribû ku welatê wî her tim wê Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biparêze û wiha gotibû:
"Bi vî awayî Îspanya wê li ser ji 140î zêdetir welatên dinyayê yên ku Filistînê nas dikin bê zêdekirin. Naskirina Filistînê biryareke dîrokî ye. Armanca tekane ew e ku feydeya wê bigihêje avakirina aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê da. Naskirina Dewleta Filistînê ne tenê pêkanîna edaleta dîrokî ya daxwaza meşrû ya gelê Filistînê ye, di heman demê da ji bo bidestxistina aştiyê ya ku em hemû dixwazin jî gavek e."
Sanchez bal kişandibû ku divê naskirina Dewleta Filistînê bi awayekî wisa be ku sepandina wê "pêkan" be û wiha gotibû, "Divê Xeze û Şerîeya Rojava di bin heman rêveberiya Filistînê da be û divê bi korîdorekê bibe yek û her wiha divê Qudsa Rojhilat bibe paytexta wê. Filistîn divê di bin sîwana rêveberiya neteweyî da bibe yek."
-Norwecê bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir
Hat ragihandin ku Norwecê bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Norwecê, Wezîrê Karên Derva Espen Barth Eide ragihand ku welatê wî bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir. Eide her wiha ev "roja taybet" a naskirina dewleta Filistînê ji hêla peywendiyên Norwec-Filistînê wekî pêngavekê wesifand.
Eide her wiha Îsraîl rexne kir ku di warê çareseriya du dewletî da "soza erênî" nade û bal kişand ku welatê wî, zêdeyî 30 salan e parêzvanê bihêz ê dewleta Filistînê ye.
Norwecê tevî Îrlanda û Îspanyayê bi awayekî hevdem biryara naskirina dewleta Filistînê wergirtibû û ragihandibû ku ew hêvî dikin, dewletên Ewropayî yên mayîn jî di mijara naskirina dewleta Filistînê da heman gavê biavêjin.
-Îrlandayê bi awayekî fermî Dewleta Filistînê nas kir
Alîkarê Serokwezîrê Îrlandayê û Wezîrê Karên Derva û Parastinê Mîcheal Martîn ragihand ku welatê wî bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir û wiha got: "Naskirina Filistînê ne dawiya pêvajoyekê ye, lê destpêk e. Em bi kûrahî girêdayî lêgerîna aştiyê û piştgiriya avakirinê ya ji bo dewleta Filistînê ne."
Piştî civîna lijneya wezîran Mîcheal Martîn der barê biryara welatê xwe ya ku bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir da daxuyaniyeke nivîskî da.
Martin diyar kir ku biryara hikûmeta Îrlandayê rê dide ku bi dewleta Filistînê ra têkiliyên dîplomatîk ên berfireh bên danîn û wiha got: "Li gor daxwaza fermî ya rayedarên Filistînê, hikûmeta Îrlandayê wê statuya mîsyona Filistînê ya li Îrlandayê derxe asta balyozxaneyê û destûrê bide ku dewleta Filistînê ji bo Îrlandayê balyoz tayîn bike."
Martin destnîşan kir ku ev biryar di heman demê da destûrê dide ku nûnertiya Îrlandayê ya li Ramallahê jî veguhere balyozxaneyê û wiha dewam kir: "Naskirina Filistînê ne dawiya pêvajoyekê ye, lê destpêk e. Em bi kûrahî girêdayî lêgerîna aştiyê û piştgiriya avakirinê ya ji bo dewleta Filistînê ne."
Martin bal kişand ku welatê wî vê pabendiyê piştî dîplomasiyeke xurt a dehan salan û hevkariya pêşketinê ya demeke dirêj e dewam dike, piştrast kiriye.
Martîn got di xebatên reform û xizmetê yên rêvebiriya Filistînê da piştgiriya civaka navneteweyî girîng e û destnîşan kir ku ew ê van xebatên ji bo vê armancê tên kirin, zêde bikin.
Wezîrê Îrlandî Martîn diyar kir ku wî der barê pêvajoya bê da bi Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa ra hevdîtinên girîng pêk aniye û bi hevkarên xwe yên Ewropî û Ereb ra jî ji bo pêkanîna aştiyê ya Vîzyona Aştiyê ya Ereban hevdîtinan dike.
Martîn anî ziman ku ji bo rawestandina van pevçûnên xedar û felaketa însanî, berdana kesên dîlgirtî, pêkanîna vîzyona dewleta Filistînê ya serbixwe ya bi Îsraîlê ra di nav aştî û ewlehiyê da ye ew ê bi şirîkên xwe yên YE û navneteweyî ra xebatên xwe bidomînin.