Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Filistînê Memûd Ebas û Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Xalid Meşal re li ser têlefonê axivî.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Erdogan do êvarê der barê îxlalên li dijî Mescida Eqsayê û Qudsê de ji Ebas û Meşal agahî hilda.
Serokê Dewleta Filistînê Ebas destnîşan kir ku di hefteyên dawîn de li dijî Mescida Eqsayê îxlal tên kirin û di vê mijarê de alîkariya Tirkiyeyê xwest.
Hat ragihandin ku Meşal jî der barê rageşiya li Qudsê de agahiyên berfireh da.
Serokomar Erdogan jî destnîşan kir ku dawîlêanîna îxlalan ji bo aştiya herêmê girîng e û got ku wê Tirkiye vê mijarê bîne rojeva Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).