Mustafa Deveci
28 Gulan 2025•Rojanekirin: 29 Gulan 2025
Hat ragihandin, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê dîsa balafirgeha li Sanaya paytextê Yemenê bordûman kir.
Wezîrê Parastinê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Sanayê kirin.
Katz îdia kir ku di êrîşê da li Balafirgeha Sanayê "balafira dawî ya Hûsiyên Îran li piştê ye jî hat îmhekirin."
Di daxuyaniyê da Katz her wiha ew gef jî xwar ku li Yemenê hedefgirtina benderan jî dê bidome.
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê di 7ê Gulanê da Balafirgeha Sanayê jî di nav da êrîşên asîmanî biribûn ser gelek hedefan.
Li Balafirgeha Sanayê ji ber êrîşan, firîn heya 17ê Gulanê hatibûn rawestandin.