Haydar Şahin
02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê di meha mijdarê da bi operasyonên ku li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava yên dagirkirî kir va 80yê wan zarok, 22yê wan jin bi tevahî 450 welatiyên Filistînê binçav kir.
Di rapora bi destê Navenda Lêkolînan a Hêsîrên Filistînî hat amadekirin da hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê meha borî 450 welatiyên Filistînê binçav kir.
Li gor vê li Qudsa Rojhilat a dagirkirî kêmzêde 150 welatiyên Filistînê hatin binçavkirin û bi vê reqemê va bû bajarê lê herî zêde kes hatin binçavkirin.
Di raporê da bal tê kişandin ku meqamên Îsraîlê ji bo 62 welatiyên Filistînê biryara "girtina îdarî" daye, hêzên Îsraîlê 5 kesên ji Xezeyê jî binçav kirine.
Her wiha tê gotin ku meha borî 80 zarok û 22 jin hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê her tim diavêjin ser navnîşanên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava yên dagirkirî û bi hin hincetan va filistîniyan binçav dikin.
Di girtîgehên Îsraîlê da 300ê wan zarok kêm zêde 7 hezar welatiyên Filistînê hene.