Önder Beyter
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
QUDS
Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Yîsrael Katz bi şêweyeke nerasterast qebûl kir ku li paş êrişa dijî Balafirgeha Şamê ya li Sûriyeyê, rêveberiya Tel Avîvê heye.
Katz ji radyoya artêşa Îsraîlê ra xeber da û der heqê êrişa ku îro dijî Balafirgeha Şamê hat kirin da wiha got, "Ez dikarim bêjim ku di navbera vê bûyerê û polîtîkayên Îsraîlê yên astengkirina transfera çekan a bona Hizbullahê da hevsengî heye. Emê her careke ku îstixbarat gihîşt ber destê me ku wê çekên pêşketî ji Hizbullahê ra bên transferkirin, dest bi lebatê bikin. Em mecbûr in ku li Sûriyeyê pêşiyê li hebûneke leşkerî ya Îranê bigirin."
Li gorî agahiyên li ser hesabên aktîvîstên sûriyeyî yên medyaya civakî, îro ber destê sibê li dijî Balafirgeha Şamê êriş hat kirin. Aktîvîstan li ser medyaya civakî dîmenên teqînê parve kirin û wiha gotin, "Êriş bi destê Îsraîlê hat kirin û di êrişê da çekên Hizbullahê bûn hedef."