İbrahim Atmaca
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
QAHÎRE
Ji ber ku serkirdeyê rûhanî yê alema katolîkan Papa Franciscus wê di navbera 28-29ê Nîsanê da Misrê ziyaret bike, li paytext Qahîreyê amadehiyan dest pê kir.
Berdevkê Serokomariya Misirê Ala Yûsuf diyar kir, Papa wê bi Serokomar Ebdulfettah es-Sîsî, Şêxê El Ezherê Ehmed et-Teyyîb, serkirdeyê Dêra Qiptiyan a Misrê Papa Tavadrosê 2yemîn ra were bal hev.
Di televizyona Vatîkanê da li ser ziyaretê peyam hat weşandin û Papa Franciscus wiha got: "Ji ber ku ez ê hêlîna şaristaniyan, xelata Nîlê, welatê tavê ku pêxember lê jiyane, ziyaret bikim; ez pir kêfxweş im."
Dibêjin ku hedefên ziyareta Papa ji bo xurtbûna têkiliyên nav mesîhî û misilmanan, vebûna rêyên musamehayê, teşwîqkirina tûrîzma Misirê, di têkoşîna dijî teror û şîdetê da piştgirîdayîna rêveberiya Sîsî ye.