XEZA
Hat ragihandin ku di encama 8 êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê de 10 filistîniyên ji Xezayê birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qudret daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Xeza û Beyt Lahiyeyê kirin û di encama êrîşan de hêjmara birîndaran gihîşte 10an.
Qudret destnîşan kir ku di nav kesên ku di êrîşa Beyt Lahiyeyê de birîndar bûn de jineke 68 salî û qîzeke 19 salî jî heye û bi tevahî jî 7 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Kemal Adwan.
Qudret eşkere kir ku di êrîşên balafirên Îsraîlê ên li dijî Xezayê de jî xortekê 17 salî jî di nav de bi tevahî 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya li rojavayê bajêr.
Berê jî hatibû ragihandin ku di êrîşa balafirên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 5 kes birîndar bûne.