11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku şaxên îstixbarata Amerîkayê raporteke taybet pêşkêşî Serokê DYAyê Barack Obama û serokê hilbijartî Donald Trump kirin ku tê da îdia hene di destê Rûsyayê da der heqê jiyana taybet û rewşa aboriya Trump da pêzanîn hene.
Li gorî nûçeyên çapemeniya DYAyê, rayedarên Teşkîlata Îstixbaratê ya Navendî (CIA), Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) û Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA) ku şaxên îstixbarata DYAyê ne, di brîfînga xwe ya 6ê rêbendanê ya der barê destwerdana Rûsyayê ya ser hilbijartinên serokatiya DYAyê da raporteke taybet pêşkêşî serokê hilbijartî kirin ku tê da îdia hene di destê Rûsyayê da der heqê jiyana taybet û rewşa aboriya Trump da pêzanîn hene.
Di rapora ku dibêjin tê da agahiyên dibe ku li dijî Trump bên bikaranîn hene da tê îdiakirin ku têkiliya kesên nêzîkî Trump bi rayedarên ûris ra dewam dike.
Rayedarên ji DYAyê diyar kirin ku eva agahiyan bi rêya îstixbaratê nehatin bi destxistin, ji saziya ku rêveberekê îstixbaratê yê îngilîz rêva dibe û şêwirmendiya siyasî dike hatin.
CIA û FBIyê der barê vê mijarê da dayîna daxuyaniyê red kirin. Rayedarên ji Amerîkayê jî agahiyên ku di raporê da hatine nivîsandin piştrast nekirin.
Trump jî got ku agahiyên ku di raporê da ji bo wî hatine nivîsandin derew in. Trump der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê twîtterê da got, "Xeberên sexte. Ji serî hetanî binî nêçîra siyasî ye."