HEWLÊR
Peymana stratejîk a di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di bin Sekreteriya Celal Talabaniyê Serokomarê Berê yê Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ya ji bo parastina berjewendiyên hevpar ên li Iraqê û dijî Bexdayê xurtbûna wan 8 sal berê niha hatibû îmzekirin, xilas dibe.
Rayedarên PDKyî û YNKyî diyar kirin ku maweya peymana ku di navbera partiyan de temam bû û êdî peyman nederbasdar e û dibêjin ku divê dengeyên siyasî yên li herêma Kurdistanê û qeyranan bidin ber çav û peymanê ji nû ve saz bikin û naveroka wê berfireh bikin.
Di navbera her du partiyên ku di dîrokê de peymanên wan ên ku ji merhaleyên cuda derbas bûn, hene û tê payîn ku li gor boçûna geşedanên li herêmê bikevin nav lêgerînên îtifaqên nû û di vê çarçoveyê de hemû îxtimal vekirîne. Dema mirov bala xwe dide destbiketiyên ku ji sala 2004an pê ve yên ku bi hevpar ketina hilbijartinan û parvekirina îqtidarê wek îxtimaleke mezin tê nirxandin ku di navbera aliyan de peymaneke stratejîk a nû bê îmzekirin.
- Ji bo peymanên nû xebatan kirin
Hemîn Hawramiyê Berpirsyarê Karên Derve yê PDKyê diyar kir ku hevsengên siyasî yên li herêmê guherîn û divê her du alî ji bo peymaneke stratejîk a nû li ser maseyê rûnin. Hawramî wiha axivî: "PDK û YNK ketin pêvajoya têşedanîna îtifaqeke nû. Madeyên îtifaqa nû ya navborî dê ji ser peymana ku di sala 2007an de hat îmzekirin bê diyarkirin. Ji bo destpêkirina projeyan dest bi xebatan kirin. Em di mijara jinûveavakirina hikûmeta koalîsyonê, ji bo qeyrana siyasî û aborî dîtina çareseriyê de ji bo ku hevpar tevbigerin nêrînên xwe bi hev re parve dikin."
- "Em li ser îtifaqeke berfirehtir dixebitin"
Hawramî destnîşan kir ku berê niha hikûmetek tenê bi YNKyê re parve kirin lê belê rewşa siyasî ya li herêmê guherî û nirxandina "Me li ser lîsteyekê tenê bi YNKyê re îtifaq dikir û wisa diketin hilbijartinan. Me hikûmetê bi nêrîna ji sedî 50-50 bi rê ve dibir lê belê xurtbûna hin partiyên siyasî nîşan da ku êdî ev formul kêr nayê. Ji ber vê yekê em ji bo ku li ser peymana îtifaqê ya berê bisekinin xebatan dikin. Peymaneke stratejîk a nû di rê de ye û li gor ya berê dê berfirehtir be."
- Aliyan bi saya peymanê destbiketiyên girîng bi dest xistin
Ehmed Sadî Pîrêyê Endamê Polîtburoya YNKyê jî diyar kir ku peymana ku bi PDKyê re kirin tesîreke erênî li ser îstiqrara siyasî û aborî ya herêmê kir û wiha axivî: "Her du alî çendî salan bi saya vê peymanê mohra xwe li karên mezin dan. Pirsgirêk di peymanê de nîne lê belê ev çend salên dawîn e ku nayê tetbîqkirin. Ji ber vê ji bo ku ji nû ve bixebite divê li serê bifikirin."
- "Divê peyman bê nûkirin"
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed jî destnîşan kir ku peymana stratejîk a ku bi YNKyê re hat kirin ji bo wê heyamê şert bû û wiha axivî: "Di çarçoveya gelê Kurdistanê de ji bo ku bibin yekdeng pêngaveke wisa bû ku ji aliyê siyasî ve hatibû avêtin. Mirov dikare bibêje ku ji bo wê heyamê gelekî baş bû û kêrhatî bû. Divê qeyranên siyasî û aborî bidin ber çav li ser peymana îtifaqê hin verastkirin bên kirin. Bi xwendina rewşa berdest û dahatûyê divê peymana navborî bê nûkirin."
- Rabirduya têkiliya di navbera PDK û YNKyê de
Her du partî partiyên herî kevn ên li herêmê ne cara ewil ji bo ku dijî rejima Baasê ya Sedem Huseyînê serokê berê yê Iraqê yê ku ji peywir hat dûrxistin têkoşîneke bi tesîr bidin îdeolojiyên xwe yên cuda danîn aliyekî û di sala 1986an de li Tehranê bi armanca ku fealiyetên xwe yên eskerî û siyasî di bin banekî de bikin biryar dan ku "Eniya Kurdistanê" ava bikin. Di sala 1991î de rejima Baasê ji Hewlêr, Silêymanî û Dihokê hat dûrxistin û avakirina eniya hevpar di vê yekê de roleke bi tesîr û diyarker lîst.
PDK û YNKyê li herêma Kurdistanê ya Iraqê hakimiyeta siyasî û eskerî bi des tixstin û ji bo ku li Hewlêrê birêvebiriya xwe bi xwe îlan bikin di 19ê gulana 1992yan hilbijartina parlementoyê kirin. Di hilbijartinên ku li herêmê hatin kirin de PDK ji sedî 51ê dengan YNK jî ji sedî 49ê dengan sitand lê belê li gor peymana ku di navbera her du aliyan de hat kirin biryar hat dayîn ku di her mijarê de îqtidarê parve bikin.
- Şerê navxweyî û avakirina du îdareyan
Parlementoya Birêvebirina Kurdistanê ya biryar hat dayîn ku li bakurê Iraqê paytextê wê Hewlêr be ji ber şerê navxweyî ya ku di sala 1994an de di navbera PDK-YNKyê de derket hilweşiya. Şerê di navbera her du partiyên siyasî de her ku giran bûn û piştî vê yekê PDKyê ferq kir ku Îran ji ser YNKyê nifûza xwe ya li herêmê zêde dike û ji artêşa Iraqê arîkariya eskeran xwest. Li ser vê yekê di 31ê tebaxa 1996an de karîn ku hêzên YNKyê yên li Hewlêr û Silêymaniyê dûr bixin.
Pevçûna PDK û YNKyê bû sedem ku li herêma Kurdistanê di birêvebiriyên fiîlî derkevin. Li Hewlêr- Dihoka di bin kontrola PDKyê de û li Silyêmaniya di bin kontrola YNKyê de du pergalên îdarî yên birêvebiriyê dest bi fealiyetê kirin.
- DYAyê di navbera PDK û YNKyê de navçîtî kir
Ji bo ku di navbera aliyan de agirbesteke hêzdar û mayînde bê pêkanîn DYAyê di sala 1998an de navçitî kir. Alî bi saya navçîtiya DYAyê peymana aştiyê îmze kirin û dawî pevçûnên li bakurê Iraqê anîn. Lê belê vê peymanê jî nekarî ku her du îdareyan bike yek.
Di navbera her du îdareyên li bakurê Iraqê û Bexdayê de di navbera salên 1992 û 2003yan de tu têkiliyên fermî çênebû û her wiha li gor destûra bingehîn tu mafê herêmê tunebû. Piştî ku hêzên koalîsyona di din serkêşiya DYAyê de Iraqê dagir kirin û rejima Baasê hilweşiya di navbera salên 2003-2005an de hikûmeteke berwext hat avakirin.
Di destûra bingehîn a nû de Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wekî herêmeke federal a di nav Iraqê de hat navkirin û HKI di nav xwe de serbixwe bû parlementoya wê bi xwe û serokê wê çêbû û statuyeke qanûnî bi dest xist. Li gor rêjeya nifûsa herêmê biryar hat dayîn ku ji sedî 17 budçe ji Bexdayê bişînin herêmê. Digel vê li hev kirin ku serokomarî, arîkariya serokê parlementoya Iraqê, serokatiya sererkaniyê û hin wezaretan bidin kurdan. Piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê statuya fermî da HKIyê û budçe dayê Barzanî û Talabanî ji bo ku derbasî pergeleke yek îdareyî ya ku dê navenda wê Hewlêr be bibin, li hev kirin.
- Îtifaqa PDK-YNKyê ya di hilbijartinan de
Her du welêt ji bo ku li herêmê îstiqrar xurt be û dijî Bexdayê hêzdar bin di sala 2004a de biryar dan ku ji ser heman lîsteyê bikevin hilbijartinan û di bi navê "Îtifaqa Niştimanî Demokratîk a Kurdistanê" ketin hilbijartinên HKIyê ya ku di 30yê kanûna paşîn a 2015an de û ji sedî 83yê dengan bi dest xistin. Partiyan di demek kurt de ferq kirin ku li Iraqa ku lê pirsgirêkên ewlehiyê û bêîstiqrarî heye îtifaqa ku kirin ji bo wan û li herêmê ji bo dahatûya kurdan çiqas xwediyê girîngiyeke heyatî ye û biryar dan ku îtifaqê xurttir bikin.
- Îmzekirina peymana stratejîk a di navbera PDK-YNKyê de
Di vê çarçoveyê de alî ji bo parastina ku piştî dagirkirina DYyê bi awayekî destûra bingehîn hatin bidestxistin, ji bo ku du alî piştgirî bê dayîn û polîtîkaya derve ya hevpar bê pêşxistin di 27ê hezîrana 2007an de "peymana stratejîk" îmze kirin. Di çarçoveya vê peymanê de ji bo ku mafên ku li Hewlêr û Bexdayê xwedî ne bi awayekî wekhev bên parvekirin li hev kirin ku PDK piştgiriyê bide Serokomariya Iraqê ya Celal Talabanî û YNK jî piştgiriyê bide Serokatiya HKIyê ya Mesûd Barzanî.
- Tiştên ku bi peymana stratejîk a 8 salî hatin bidestxistin
Bi saya îtifaqa ku hat kirin Herêma Kurdistanê bereksê herêmên din ên Iraqê yên ku lê bûyerên şîdetê û zeafiyetên ewlehiyê hene wekî herêmeke îstiqrarê derket pêş. Îstiqrara siyasî ya herêmî derfet da ku têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiye-Îranê de pêş bikevin, herêma Kurdistanê lez pêş bikeve. Kurd li Bexdayê bûn yekdeng û bi hev re tevgeriyan û bi saya vê yekê li Parlementoya Iraqê biryarên di lehê Hewlêrê de derketin. Paralel li herêmê pêkanîna îstiqrara ewlehî û siyasî bi taybetî ji Tirkiyeyê gelekî şirket hatin herêmê û veberhênan kirin. Herêma Kurdistanê di serî de bazara emlakê di gelek qadan de gelekî pêş ket û ji bo veberhênanên biyanî bû wekî navendeke cazîbeyê.
Peymana di navbera her du aliyan de ji bo avakirina artêşeke yekbûyî derfet derxist û yekîneyên cur bi cur di bin banekê de kom bûn û bi Wezareta Pêşmergeyan ve hat girêdan.
- Derketina Goranê û hevsengên siyasî yên ku guherîn
Noşîrvan Mistefayê ku çendî salan Sekreteriya Giştî ya YNKyê kir ji ber hin îxtilafên siyasî di sala 2006an de ji partiya xwe veqetiya û pişt re Tevgera Goran ava kir û li ser hevsengên siyasî tesîreke girîng kir. Goran dijî PDK-YNKya ku îqtidar di destê wan de bû mixalefeteke bi tesîr kir, her du partî bi gendeliyê sûcdar kir û bala gel kişand. Du sal piştî avakirina partiyê di 25ê temûza 2009an de ket hilbijartinên giştî û li parlementoya ku 111 parlementerên wê hene 25 parlementer derxistibûn.
- Nexweşketina Talabanî û qeyrana li YNKyê
Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talabanî di dema peywira xwe ya Serokomariya Iraqê de di sala 2012an de li Bexdayê ji nişka ve nexweş ket û xwîn pijiqî mejiyê wî û ew ji bo dermankirinê birin Almanyayê û li ser vê yekê di nav partiyê de îxtilafan dest pê kir. Talabanî mecbûr ma ku ji ber nexweşiya xwe demek dirêj li Almanyayê bimîne û tunebûna Talabanî pevçûnên îqtidarê yên di nav YNKyê de xurt kirin. Di navbera Hêro Îbrahîm Ehmeda Endama Polîtburoya YNKyê û xanima Talabanî û Berham Salihê Arîkarê Sekreterê Giştî yê 2yemîn ê YNKyê de di mijara birêvebirina partiyê de nîqaşên mezin derketin. Serokê karîzmatîk ê YNKyê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwe paş ve kişand û rageşiyên di nav partiyê de bûn sedem ku hêza YNKyê kêm bibe.
- Ji PDK û YNKyê lîsteyên cuda
Berberiyên navxweyî yên li YNKyê û wek partiya mixalefetê hêzdarbûna Goranê bû sedem ku stratejiya ku PDK-YNKyê berê niha di hilbijartinên 2005-2009an de tetbîq kir, biguhere. Di hilbijartinên ku her du partî bi lîsteyên cuda ketinê de qeyrana di nav YNKyê de û mixalefata hêzdar a Goranê tesîrî encamên hilbijartinê kir. Her wiha YNKyê di hilbijartina borî de 29 parlementer derxistibûn lê di vê hilbijartinê de 11 parlementerên wê ji dest çûn û cihê wê ji Goranê re ma. YKN li HKIyê ket asta partiya sêyem û PDKyê ferq kir ku YNK hevkareke bêhêz e û xwest ku di kabîneya hikûmetê ya nû de Goran û Partiyên îslamî cî bigirin. Ev biryara PDKyê bû sedem ku hêza ku YNKyê berê niha di nav hikûmetê de bi dest xistibû kêm bibe.
- Qeyrana serokatiyê
Di rastiya xwe de îtifaqa stratejîk a ku xwe dispart ku PDK piştgirî bide serokomariya Talabanî û YNK jî piştgirî bide Serokatiya HKIyê ya Barzanî bi nîqaşên der barê dirêjkirina maweya peywira Barzanî dîsa hat pirsyarkirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî eşkere piştgirî neda ku maweya peywira serokatiya Barzanî bê dirêjkirin an jî ji aliyê gel ve bê hilbijartin, ev wekî xilasbûna îtifaqa di navbera her du welatan de hat şîrovekirin. Her wiha PDKyê rûniştina ku ji bo guherandina qanûna serokatiyê hat kirin boyqot kir lê parlementerên YNKyê di mijara guherandina qanûnê de ligel Goran cî girtin.
news_share_descriptionsubscription_contact
