24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
QAHIRE
Li Misrê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan), bûyerên tundî yên ku beriya salvegera Şoreşa 25ê Rêbendanê derketin şermezar kir û diyar ku her sal beriya salvegera şoreşê êrîş tên kirin û "ev êrîş ji bo ku gel bitirse û dernekeve sikakan tê kirin."
Îxwanê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Her sal beriya salvegera Şoreşa 25ê rêbendanê êrîş tên kirin. Artêş, polês û welatî êrîş dikin. Delîlên êrîşê didin nîşan ku emniyet van êrîşan dike. Ji bo ku gel bitirsînin û nehêlin welatî li dijî gendelî û zilmê derkevin qadan, vê êrîşê dikin ku gel bitirsînin."