Ferizat Kaya
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
USKUP
Li Uskupê bi minasebeta Roja Penaberên Cîhanê, li ser mijara nuçeyên penaberan pêşbirk hat çêkirin. Piştî pêbirkê merasima xelatdayînê hat lidarxistin. Di merasimê da Cîgirê Sernûçegihanê Edîtorê Arnewidî û Makedonî yê AAyê Admir Fazlagic xelata duyemîn hilgirt.
Merasim ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ciwan ên Makedonyayê (MZMP), Nûnertiya Uskupê ya Komîsertiya Bilind ya Penaberên Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) û Komeleya Rojnamevanên Makedonyayê hat lidarxistin. Pêşbirk li ser mijara "Der barê agahiya profesyonel ya li ser penaberên ku sala 2016an hatin Makedonyayê de" hat amadekirin.
Di merasimê de Cîgirê Sernûçegihanê Edîtoriya Arnewidî û Makedonî yê AAyê Admir Fazlagic bi nûçeya taybet a bi navê "Leîsê sûriyeyî ji muzîkê veneqetiya" bû duyemîn.
Fazlagic sipasiyên xwe ji kesên ku ev merasima li dar xistin re şand û got ku AA ji bo ku jiyana mirovan û zor û zehmetiyên wan bînin ber çavan hewl dide.