Abdullah Tel
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 21 Tebax 2020
Hosteyê keviran Eyup Akbulutê 64 salî ku li Erzincanê rûdinê û ev 50 sal e vî karî dike kurê xwe Enes jî daye rû xwe û bav û kur bi mûc û çakûç nanê xwe ji keviran derdixin. Ew him bi vî karî debara xwe dikin û him jî vî karê hanê hînî nifşên nû dikin.
Akbulutê li navenda bajêr dijî û bavê 6 zarokan e di 14 saliya xwe da dest bi kar kiriye û ji wê rojên vir va karê xwe didomîne. Kurê xwe yê herî biçûk jî biriye ber destê xwe û kar hînî wî jî kiriye û niha bav û kur bi hev ra dixebitin.
Kevirên ji derên curbecur tên berdestê wan bi mûc û çakûç çêdikin û ji wan keviran dîwarên mal û mizgeft tên lêkirin.
Akbulut dibêje ku malên û derên bi kevir hatine çêkirin li gor betonê bo siheta mirov çêtir in û ji ber vê jî rastî eleqeyê tên.
Hosteyê keviran Eyup Akbulut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 14 saliya xwe vir va 50 sal e ew vî karî dike û wiha domand: "Min gelek dibistan, xanî, mizgeft û avahî çêkirin û ev kara min hînî kurê xwe yê herî biçûk Enes (26) jî kir."
Hoste destnîşan kir ku di vê heyamê da gihandina hosteyan zehmet e û wiha pê da çû: "Hoste di vê dewrê da nemane û kes nayê vî karî hîn jî nabe, meraq tuneye û ez jî kurê xwe hînî vî zinaetî dikim."
- "Xaniyên kevir heta 200 û 300 salî li ser xwe dimînin"
Akbulut got ku dema ew dîwar lê dikin amûrên wan ên sereke mûc û çakûç in û wiha domand: "Kevirek ji çar aliyî pêk tê û em şekil didinê û li gor wî datînin ser dîwar. Hoste dema li kevir mêze dike zane wê di kê derê da bi cih bike û li gor wî kar dike, ez jî wisa me û ev 50 sal e vî karî dikim. Dema dibistan û mizgeft ji keviran bên çêkirin wê emrê wan zêdetir be lewra avahiyeke ji keviran di navbera 200-300 salî da li ser xwe dimîne. Avahiyên berê piranî ji keviran hatine çêkirin û li Erzincanê jî ji wan avahiyan hene."
Hosteyê keviran Akbulut bi bîr xist ku kurê wî Enes zanîngeh qedandiye lê ew aniye ber destê xwe û ji aliyekî va kar hînî kurê xwe dike û ji aliyekî va jî dixwaze ku bila kurê wî beşa endazyariya avahiyan jî qezenc bike.
Enesê li ber destê bavê xwe kar hîn dibe got ku ew ji heyama dibistana seretayî vir va tê ba bavê xwe û ji tecrûbeyên wî îstifade dike û wiha domand: "Ez dixwazim bi her hûrgiliyê vî karî bizanibim. Li ber destê bavê xwe hînî van hûrgiliyan dibim. Ez dixwazim endazyariya avahisaziyê bixwînim û van herdu karan bi hev ra bibim serî. Ez niha dikarim vî karî bikim lê dema bi perwerdehiyê jî ez vê zinaetê xurt bikim wê çêtir bibe û zêdetir bi kêr bê."
- "Avahiyên ji keviran çêkirî wek parzûnên siruştî ne û ew bi rihetî hewayê distînin"
Akbulut diyar kir ku şert û mercên karên ku ew dikin zehmet in û carna bicihkirina kevirekî li ser wan bi qasî du sê saetên rûdinê.
Enes Akbûlût jî destnîşan kir ku avahiyên ji keviran bo siheta mirov çêtir û xwedî emrekî dirêj in û wiha domand: "Dema em li avahiyên dîrokî mêze dikin dibînin ku ji keviran hatine çêkirin û bi sedan sal e li ser xwe ne. Eleqeya li ser avahiyên ji keviran her diçe zêdetir dibe. Bi taybetî jî milet malên ji keviran hatine çêkirin dixwazin. Xaniyên kevir him ji bo siheta mirov baş in û nexweşên bêhngiranî bi wan ra heye gelek bi kêr e lewra avahiyên ji keviran çêkirî wek parzûnên siruştî ne û ew bi rihetî hewayê distînin. Zanist jî vê agahiyê piştrast dike."