İbrahim Atmaca
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 22 Tebax 2020
Îslahiyeya navçeya Gazîantebê qetandina tiriyên ku li ser 50 hezar dekarî hatine danîn dest pê kir, ji bo ku di rezê tiriyan da dizî çênebe Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran 8 notirvan wezîfedar kirin û notirvan şev û roj nobetê digirin.
Serokê Yekîtiya Parastina Malên Cotkaran a Îslahiyeyê Cemal Yildirim daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ji bo ku di rezê tiriyan da dizî çênebe, wan 8 notirvan girtin û notirvan şev û roj nobetê digirin.
Yildirim got ku ew bi vî hawî xwedî li keda cotkaran dertên û wiha dewam kir, "Li navçeya me bi destpêka qetandina tiriyan va em 950 hezar kok rezên tiriyan diparêzin. Car caran dizî çêdibe. Em wan jî digirin û teslîmî cendirmeyan dikin."
Li Deşta Îslahiyeyê Altinuzum, Bogazîçî û Yeşîlyurt di serî da li 15 taxan qetandina tiriyên "reşika Antebê", "tiliya xatûnê", "kardînal" û "sultani"yê tê kirin.