Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ERZINCAN
Ji vir 25 sal berê terorîstan avêtin ser Başbaxlara gundê Kemaliyeya navçeya Erzincanê û 33 kes dan ber guleyan û şewitandin, êş û jana wan kesan hê di dilan da ye, rêçên qetlîamê li muzeya gund tên nîşandan.
Di sala 2013an da li gundê Başbaxlarê mala çandê hat vekirin û tê da xatireya 33 kesên di 5ê tîrmeha 1993yan da hatibûn qetilkirin tê parastin.
Li ber deriyê muzeyê panoyek heye û li ser panoyê navê kesên hatibûn kuştin hatine nivîsandin. Di muzeyê da wêne, kinc, tizbî, şeh û solên wan kesan tên nîşandan. Wêne û amûrên ku rêça qelîamê nîşan didin agir û alavê bi dilê ziyaretvanan dixin.
Şerîf Gulê Serokê Komeleya Alîkariyê ya Başbaxlarê yê berê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di qetlîamê da ap, xal û eqrebeyên wî hatin kuştin, li muzeyê hin amûrên di dema kuştinê da li ser 33 meqtûlan bûn nîşan didin ku êş û jan neyê jibîrkirin û nifşên teze jî bibin xwedî agahî.
Gul got ji bo bûyer neyê jibîrkirin ji zarokên xwe ra qala bûyerê dikin, dixwazin ku bira kiryarên bûyerê werin girtin.
Gul got ser bûyerê ra 25 sal derbas bû, bûyer ji bîr nekirin û naxwazin ku ji bîr bikin û wiha pê da çû:
"Êş û jana me wekî roja ewil dewam dike. Qetlîama Başbaxlarê qetlîameke ji rêzê nîne. Bi pîlan û bername hat kirin. Em dizanin ku qetlîam bi tenê li dijî Başbaxlarê nehat kirin, li dijî Tirkiyeyê û Mislimanan hat kirin. Hêzên li derva ev pîlan kirin û bi destê xayînên di nav me da jî dan kirin."
- "Lazim bike em dikarin ji bo welatê xwe 33 hezar şehîdî bidin"
Gul got daxwaza wan bi tenê ew e ku kujer û sûcdar werin girtin û hesab ji wan were pirsîn û wiha pê da çû:
PKKyê û xayînên di nav me da bi hev ra ev qetlîama kirin. Dema Tirkiye hemleya pêşketinê dike hêzên li derva dikevin dewreyê. Me wekî gelê Başbaxlerê lîstika wan xirab kir."
Gul bal kişand ser lîstikên li dijî Tirkiyeyê tên lîstin û got bi bûyerên Sêwas û Başbaxlarê va hewl dan ku gel derxin hemberî hev û wiha pê da çû:
"Hemd ji Xwedê ra, me lîstik xirab kir û em li welat û azana xwe xwedî derketin. Me 33 şehîd da, lazim bike em dikarin ji bo welatê xwe 33 hezar şehîdî bidin. Mimkun nîne ku meriv qetlîama Başbaxlarê ji bîr bike."